image

PeyamaKurd - Serokên dinyayê wê di çarçoveya 100emîn salvegera temambûna Şerê Dinyayê yê Yekemîn de li Parîsê bicivin.

Li gor agahiyê, di çarçoveya ji 70ê zêdetir serokên dewlet û hikûmetên dinyayê wê li Parîsê beşdarî çalakiyên bibîranîna "Roja Agirbersta Şerê Dinyayê ya Yekemîn" bibin..

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî wê beşdarî civînê bibin.

Serokên dewletan piştî çalakiyan wê li Qesra Elyseeyê beşdarî firavîna ku ji hêla Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron va wê bê dayîn, bibin.

Serok piştî merasîman wê beşdarî Korbenda Aştiyê ya Parîsê jî bibin. Korbend roja yekşemê dest pê dike û wê 3 rojan dewam bike.

Axaftina korbendê ya ewil Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wê bike.