image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li welatê Çînê bo êrîşê sîliha lazerkî ku ji nîşkave dikare çerm û organên din yên bedenê “karbonîze” bike hat çêkirin. Lê ev nûce çendîn zanistiye? Her zanyarên fennî li gor zanîna xwe tiştnan dibêjin.

Rojnama South China Morning Post ku navenda wê Hong Kong e, çend roj berê nûçeyek belav kir û li gor nûçeyê dibêje; di Xi Optîk û di Enstîtu ya Mekanîka Îsabetê ku her dû jî girêdayê Akademiya Çînê ya Zanistê ne, zanyarêran akademiyê sîliha lazerê bipêşxistin.

Zanyarekî ku di projeyê de dixebite û naxwaze navê wî bê aşkerakirin, li gor dibêje navê sîlihê “ZKZM-500” e. Menzîla vê sîlihê 800 metre ye û di vê menzîlê de dikare çermê mirov û organên dinan bişewitîne.

Rojname dibêje wê di asta yekem de wê ev sîlih bidin polîsên Çînê yên ku li dijî terorê têdikoşin. Sîlih hatiye ceribandin û bo hilberîna li pey hev amade ye. Giraniya sîlikê 3 kg e. Lûla wê 3 mm ye û hatiye plankirin ku bi 15 hezar dolarî bê firotin.

Sîta înternetê ya bi navê Tech Crunch li ser sîlihê analîz kiriye û dibêje nabe ku sîliheka weha hatibe çêkirin û ev propaganda ye.