image

Alîkarê serokomarê Iraqê Iyad Allawî got ku Iraq xerab tê îdarekirin û ew nizane bê Iraq ji aliyê kê de tê îdarekirin.

Iyad Allawî di televizyona El-Hurra de axifî û got ku tiştê herî xerab ew e ku ne diyare Iraq ji aliyê kê de tê îdarekirin. Gendelî, bertîl di asta herî bilind de ye û ne raste ku niha hilbijartin bên kirin.

Di dewama axaftina xwe de Allawî got ku krîza darayî heye û bêkarî gelek zêde ye. Ev jî pêşî li siyasetê digre û weha got: “Hemû xebat divê ji bo aramî û asayîşê bên kirin. Aborî perçeyeke ji aramî û asayîşê. Di mijara gendeliyê de divê çareserî bêkirin. Bi vî awayî em dikarin aboriya welat garantî bikin.”

Di mijara parlemento û îdarê de Allawî got: “Ji bo bi paşdexistina hilbijartinan di parlementoya Iraqê de beyanên grûban hene. Hukumeta Iraqê, Ayetullah Sîstanî û Neteweyên Hevgirtî dixwazin hilbijartin çêbibin.Ez nizanim kî Iraqê îdare dike.Haydar Îbadi ye, Alî Sîstani ye an Neteweyên Hevgirtî  îdare dike, ez nizanim. Kes nizane kî îşan dimeşîne.”

Allawî weha dewam kir: “Em bi hemû layan re di nava pêwendiyan de ne, bi taybetî bi Kurdan re. Serpereştiya Kurdistanê dibêje di çarçoveya yekîtiya axa Iraqê de ku amade ne hevdîtinan bikin. Lê ji ber hinek sedeman hêjî gengeşe hene, bi taybetî ji bo mijara Kerkûkê.

Wisa diyare Heyder Ebadî dixwaze bilez hilbijartinan bike. Eger hilbijartin niha nebin û bên paşdexistin, dibe ku gruba Ebadî bisernekeve û ji ser hukum bikeve. Ev, her weha xema Brîtanyaye jî ku Ebadî li ser kar nemîne. Ji ber di kabîna Ebadî de ji 16 heya 18 kes ji hemwelatiyên Brîtanyayê ne û li ser îdarê ne.