image

PeyamaKurd- Partiya Komar a Gel ya Tirkiyê bi sedema ku du parlementêrên wê xwestin bi Tirkî azan bê xwendin wan sewqî heyeta dîsîplînê kir. Her dû parlementer Gursel Erol û Öztürk Yılmaz in.

Bi sedema mijara zanxwendina bi zimanê Tirkî rêvebiriya CHPê civiya û biryara jorê da. Erol parlementerê bajarê Elezîzê ye û Yılmaz parlementerê bajarê Ardaxanê ye.

Heyeta dîsîplînê wê çi ceza bide har dû parlementeran meraqa herkesiye. Di demen bere de di dema İsmet Paşa de demekê azan bû bi zimanê Tirkî û xelk li dijî wan derketibû lewra ji rêvebiriya Tirkiyê ketin û Partiya Demokrat hat ser hukum.