image

PeyamaKurd- Çekdarên Heşdî Şebiyê li bajarê Mûsilê Kurdekî şebek kuştin û yekî dî jî revandin.

Endamê encûmena bajarê Mûsilê û nûnerê Kurdên Şebek Xezwan Dawudî ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku Kurdekî şebek yê bi navê Husên Heroş Emîn pêr ji aliyê çeteyên Heşdî Şebiyê ve hatibû revandin. Di eynî şevê de jî hatibû kuştin.

Xezwan Dawudî wiha berdewam kir: Kurdekî dî yê şebek jî li Taxa Qadîsiyê ya Mûsilê ji aliyê Heşdî Şebiyê ve hatiye revandin. Heta niha jî ti agahdarî jê nehatine standin.

Parlamenterê Kurd û nûnerê Kurdên Şebek yê li Parlamentoya Iraqê Salim Şebek jî di derbarê bûyeran de axivî û got ku di navbera Heşdî Şebî û IŞÎDê de ti ferq nîn e. Ew jî eynî weke IŞÎDê zilmê li Kurdan dike. Ji ber vê yekê jî divê Heşdî Şebî ji herêmê bê derxistin û li şûnê wan pêşmerge û artêşa Iraqê were bicihkirin.