image

PeyamaKurd - Îranê ji bo pêşxistina qada neftê ya li rojavayê başûrê wî welatî bi konsorsiyûmeke Îngiliz re peymana destpêkê îmze kir.

Têlevîzyona dewleta Îranê ragihand ku Tehranê ligel Konsorsiyûma Pergas ku navenda wê li Londonê ye peymana destpêkê îmze kir da ku qada neft û xazê Kerenc a li rojavayê başûrê wî welatî pêşde bibe.

Hat destnîşankirin ku peyman bi merasimekê hat îmzekirin û Wezîrê Neftê yê Îranê Bîjen Namdar Zengene, Balyozê Îngiltereyê li Tehranê Robert Macaire û Midûrê Giştî yê Pergasê Colin Rowley beşdarî merasimê bûn.

Hat diyarkirin ku di dawiya kutabûna projeya ku pêwîstiya wê bi 1,2 milyar dolarî veberhênanê heye de ji qada neftê Kerencê wê rojane 200 hezar bermîl nefta xam were derxistin.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê peyman wekî gava ewil a Ewropayê ya parastina peymana nukleerî ya ku Amerîka jê vekişiya, pênase kir.