image

Brîtanya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî bo civîna bilez dawet kir û biryara 23 dîplomatên Rûyayê derxist ku wan derxe derveyê welatê xwe.

Ev her dû kiryar piştî ku çendeyeke berê ajanê Rûsyayê yê kevin li Brîtanyayê bi jehrê hat kuştin, çêbûn. Brîtanya weka bersiv, ji ber ku ajanê du alî Sergey Skripal bi jehrê hat kuştin, biryara derxistina dîplomatên Rûs da. Di ser de Londra ragihand ku têkiliyên xwe di asta bilind de bi Moskovayê re daye rawestandin.

Brîtanya bo xala sêyem jî ragihand ku wê malbata qraliyetê, di Kûpa Dinyayê ya sala 2018an ku wê li Moskovayê çêbibe, dê tevlî wê nebe.

Ev kiryar hemû piştî kuştina ajanê Rûsya yê kevin Sergey Skripal û qîza wî çêbûn. Brîtanya dibêje ku Rûsya ajan Skripal û keça wî bi jehrê kuştiye.