image

Bekir Bozdag, Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku serbestberdana Herdû akademîsyen û rojnamevanên binavê Şahin Alpay û  Profesor Mehmet Altan dabû, tund axivî. Bozdagî ji ser hesaba xwe ya twitterê got: "Dadgeha bingehîn xeta sînorê qanûnî derbas kir. Biryara serbestberdana Alpay û Altan jî wek a Can Dundarî  biryareke şaş e."

Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê biryara serbestberdana Profesor Mehmet Altan û Şahin Alpayî dabû ku dihate çaverêkirin ev biryar bibe mînak bo dozên din re jî.Di dadgehê de 11 dengên erînî li hemberî 6 dengên neyînî hatibûn dayîn.