image

PeyamaKurd- Civînên şêwrê yên bo dawîlêanîna şerê navxwe yê Yemenê, di bin rehberiya Neteweyên Hevgirtî de li payîtexta Îsweçê li Stokholmê, li navçeya Rimboyê destpêkir.

Wezîrê karên derve yê Îsweçê Margot Wallström bang li hukumet û Hûsiyan kir da lihev bikin. Temsîlkarê taybet yê Neteweyên Hevgirtî Martin Griffiths di axaftina xwe de ragihand ku wê rojên pêşiya wan bibin rojên gelek girîng bo wan.

Griffiths ragihand ku her dû alî li ser mijara guhertina girtiyan lihevkirine û weha dewam kir:

“Ez bi îmzekirina peymana di derbarê berdana girtiyan, kesên wenda, kesên ku bi zorê dibin çav de tên girtin û kesên ku di malan de, di bin çavde tên girtin, gelek kêfxweşim.”

Bi îhtîmaleka mezin wê civînên şêwrê li dora 10 rojan bajon. Martin Griffiths jî di navbera wan de tora dîplomasiyê dimeşîne. Li Yemenê şerê navxwe 3 sale ku dewam dike.