image

PeyamaKurd- Li gor ragihandina malpera înternetê ya bi navê Geo Newsê, serokwezîrê berê yê Pakistanê Şewket Ezîz bi sedema ku erka xwe bi xerabî bikaraniye biryara girtina wî hat dayîn.

Dozên ku li ser daxwaza Buroya Hesabdayîna Netewî (NAB) hatine vekirin, serokwezîrê berê Şewket Ezîz neçûye dadgehan û ev biryar hatiye dayîn. Doz ma 1 ê meha 11 a ya 2018an.

Şewket Ezîz di navbera salên 2004-2007 de li Pakistanê serokwezîr bû. Doza ku biryara girtinê bo wî hat dayîn bi sedema ku zerarê daye xezîneya Pakistanê ye.