image

PeyamaKurd- Li welatê Japonyayê 73 sal bi şûn de, di salvegera 73 yemîn bombebarana bajarê Nagazakiyê de ku 74 hezar kes bi bombebarana Amerîkayê ya atomê hatibûn kuştin, hatin bibîranîn.

Tam 73 sal berê Amerîka bombeya atomê avêtibû ser vî bajarî. Di merasima bîranîna kuştina 74 hezar kesan de, li bajarê Nagazakiyê sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî, ev cara yekeme ku amade bû. Sekreterê giştî Antonio Guterres got ku divê dinya bi temamî ji sîlihên nukleerî pê paqijkirin.

Di sala 1945an de, di 9 ê tebaxê de, bi kod navê “Fat Man” bombeyeka atomî ji balafireka Amerîkî, li gor wextê Japonyayê siet di 11.02 de avêtin ser bajarê Nagazakiyê û radyasyon belav bû. Bi belavbûna radyasyonê ve 74 hezar mirov hatin kuştin.

Di merasimê de serokwezîrê Japonyayê Abe jî heman mesajê da dinyayê. Parêzgerê Nagazakiyê Tomihisa Taue jî got ku bila welatê wan jî daxilî “Peymana  Qedexekirina Sîlihên Nukleerî ” bibe.