image

PeyamaKurd - Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, bîlançoya çend mehên dawî ya şerê dijî DAIŞê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand.

Li gor SOHRê ji şerê meha Îlonê heta niha, 820 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 473 şervanên HSDê jî can dane.

Herwiha li gor amarên SOHRê di encama operasyonên dijî DAIŞê yên li sînorê Sûriye-Iraqê de, 107 ji wan zarok, 308 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

SOHRê diyar kir ku demên dawî şer li bajaroka Hecîn a perava Rojhilatê Firatê dijwar bûye û digel kuştina 28 terorîstên DAIŞê, 9 şervanên HSDê jî can dane ku ew jî 3 êrîşên întixarî ne.