image

PeyamaKurd - Damezrînerê SpaceXe Elon Musk: Ragihand ew keştiyeke ku di navbera gerstêrkan da çûnûhatinê pêk bîne çêdikin.

Musk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêşî firînên kurt, paşê jî dê firînên Marsê pêk bînin.

Musk cih da van îfadeyan: "Li gor texmînên me ku xebat bi vî şeklî bidome di nîvê sala bê de wê ceribîn dest pê bikin." Elon Muskê avakarê SpaceXa ku fîrmayeke Amrîkayî ya çêkerê roket û wesayita fezayê ye ragihand ji bo rêwîtiya Marsê ceribînên ewil wê di sala bê de bêne destpêkirin. Musk rêveberê(CEO) SpaceXa ku di heyva borî de roketa bazirganiyê(Falcon Heavy) ku di dinyayê da herî bihêz e şand fezayê,li bajarê Austina ku bi ser eyaleta Teksasê ve ye di çalakiyekê de axivî.

Musk di axiftina xwe de li ser planên SpaceXê agahî dan û wiha got “Em keştiyeke ku di navbera gerstêrkan da çûnûhatinê pêk bîne çêdikin. Serê pêşî firînên kurt, paşê emê çûna Marsê pêk bînin. Li gor texmînên me ku xebat bi vî şeklî bidomin nîvê sala bê de ceribîn bên destpêkirin.” Musk diyar kir ku heta ew di ceribandinên kurt, di rabûn-danînan de bi ser nekevin dê xebatên xwe bêyî mirovan bidomînin