image

PeyamaKurd - Li Bexdaya paytextê Iraqê vê êvarê 4 teqînan rûda û li gor amareyên destpêkê gelek kes mirin û birîndar bûn.

Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragihand, ku vê êvarê (07-10-2018) li navçeya Ebû Dişêr a li başûrê bajarê Bexdayê bombeyeke çandî li nêzikî şûneke bazirganiyê teqiya û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Teqîna duyem li navçeya Şûele ya bakurê Bexdayê di otobuseke bi cûreya KIAyê de rûda û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Di derbarê teqîna sêyemîn de jî çavkaniyekî amaje bi wê yekê kir, ku li nêzikî meydana Malîk Eşter a li deriyê navçeya Çikuka bakurê rojavayê Bexdayê bombeyek din a çandî teqiya û di encamê de kesek mir û yekî din jî birîndar bû.

Herwiha bombeya çaremîn jî di nav minîbusekê de li navçeya Seb Ebkara li bakurê Bexdayê teqiya û ji ber wê teqînê 5 kes birîndar bûn, ku birîna hinek kesên ji wan giran e û ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin.