image

Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esad bi sûrprîzeka mezin çû bajarê Soçiyê û bi serokê dewleta Rûsya re bi Vladimir Putin re hevdîtinê pêkanî. Hevdîtina her du serok dewleta kete roja berya hevdîtina sê qolî ku wê sibê çêbibe.

Li gor ji Kremlînê hat ragihandin, serokê Rûsyayê di hevdîtinê de Beşar Esed ji bo têkoşîna li dijî terorê pîroz kiriye.

Her çiqas Beşar Esed di hevdîtinên sê qolî de tine be jî, berya hevdîtinê aliyek jê jî ew e. Cara borî jî, berya hevdîtinên Astanayê jî Beşar û Erdoğan bi xef hevdîtinek pêkanîbun lê mijar neketibû ser çapemeniyê.