image

Tîmên asayîşê yên peravên avê yên Îtalyayê li Behra Sipî, nêzî Lîbyayê 86 koçberan rizgar kir. Lê 8 koçber jî jiyana xwe dan.

Tekne ya koçberên ku xwestin ji Lîbyaye herin Îtalyayê noqav bû. Li gor rêjeya ewilî herî kêm 8 jinên koçber mirin.

Bi hêviya ku dibe li deverê koçberên sax mabin, lêgerîna hêzên ewlekariyê dewam dike.