image

Amerîka û Çîn li dora çaryek trilyon dolarî bi hevre peymanên bazirganiyê îmzekirin. Serokê Amerîkayê Trump, wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê Wilbur Ross, di serdana Çînê de di navbera şîrketên her dû welatan de, di ser 200 mîlyar dolarê de peyman girêdan.

Bi vê bazirganiyê wê li Amerîkayê gelek kes karibin ji xwe re îş bibînin. Hinek rêjeyên peymanên navbera şîrketên her dû welatan weha ne:

Di navbera Boeing a Amerîka û şîrketa karê hewayî yê Çînê de, 38 mîlyar dolar Peyman hat îmzekirin. Çîn 300 balfir ji Amerîkayê dikire.

Şîrketa xazê ya Alaskayê AGDC û şîrketa Çînê ya petrokîmyayê Sinopec bi 43 mîlyar dolarî Peyman girêdan.

Ford bi 10 mîlyar dolarî peyman çêkir.

 Di navbera Amerîcan thane û Nanshan grûbê de 25 mîlyar dolar Peyman hat îmzekirin.

General Motors jî bi 2.2 milyar dolarî peyman çêkir.

Qualcomm û şîrketên Çînî Xiaomi, Oppo û Vivo bi 12 mîlyar dolarî peyman çêkirin.

General Electric bi şîrketên cuda yên Çînî re 3.5 mîlyar dolar peyman îmzekir.

China Energy Investment Corp ku di dinyayê de şîrketa herî mezine, wê bi projeyên Virginyayê yên xaz û hilberîna kîmyewî  re 83.7 mîyar dolarî bi hevre ortaxiyê bikin.