image

Serokê Beşê Têkilîyên Navnetewî yê Zanîngeha Lehigt Henrî J.Barkey, di derbarê Kurdan de pir dinivîse û balê dikşîne ser Kurd û pirsgirêkên Kurdan. Barkey, herî dawîn di kovara Foreign Policy de bi sernivîsa “Afirandina Mandelayê Kurd “ nivîsek nivîsand û bal kişand ser hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demîrtaş.

Barkey, di nivîsa xwe de anîye zimên ku her çiqasî Demîrtaş di girtîxaneyê de be û girtîbûma wî di kampanyaya hilbijartinê de dûrî derfetan be jî, ev rewş di civakê de navdarî û qebûlkirina wî zêdetir dike.

Barkey, Selahattîn Demîrtaş dişibîne Nelson Mandela û di derbarê hilbijartinê de dibêje: “Xuyaye AKP a ku temamê medyayê xistiye bin kontrola xwe û bi derxistina zagonên nû rê ji pêkanîna sextekarîyên hilbijartinê re vekiriye, wê di hilbijartinan de biserkeve û qezenc bike. Çawa ku di hilbijartinên referandûma  2017an de kaxezên bê mohr jî hatin qebûlkirin, wê hilbijartinên 24ê Hezîranê jî bibe dawîya sîstema demokratîk û parlamentarîzmê û destpêkirina pêvajoya rejîmek dîktatorîyê“.

Barkey, anîye zimên ku hemû zixt û gefên ku tên kirin payebilindîya Demîrtaş bilindtir dikin û dibêje: “Bi van zixt û gefan tê xwestin ku tevgera Kurdên Tirkîyê bê serî û bê rêber bê hiştin, rê li ber pêşketin û bilindbûna Demîrtaş ê maqûl, navdar û xwînsar bê girtin“.

Li gor Barkey, tekoşîna Demîrtaş wek a Nelson Mandela ye, Demîrtaş partîya xwe kiriye partîyek profesyonel, bêhn li polîtîka Kurd fireh kiriye, xwe gihandiye hilbijêrên derveyî Kurdan û peyama yekîtîya Kurd û Tirkan daye.

Li gor dîtina Barkey, polîtîka Erdogan ya li dijî Kurdên Tirkîyê, Iraq û Sûrîyê, wê bibe sebeba Kurdên mihafazak ên ku xwe dûrî HDP digirtin, dîsa berê xwe bidin HDP.

Barkey, herweha texmîn dike ku wê Demîrtaş di hilbijartinan de ji %15 deng bistîne û wê encama hilbijartinan girêdayî helwest, deng û rayên Kurdan be.

Z.B