image

PeyamaKurd -  Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got, "Li Îdlibê operasyoneke eskerî dê li herêma ku ji xwe lê problem heye, bobelatekê rake."

Akar duh di bernameya xwarinê ya ligel balyozên hin welatan de axaftinek kir û got:
"Îdlib li ber krîzeke nû ye. Em bi Rûsya, Îran û mitefiqên xwe re dixebitin da ku aştî û îstiqrar were û êşa mirovî neqewime. Li Îdlibê operasyoneke eskerî dê li herêma ku ji xwe lê problem heye, bobelatekê rake. Hin welat dibêjin, heke çeka kîmyayî were emilandin emê bersivê bidin. Lêbelê divê em wê yekê jî bînin ziman ku ku divê însan ne tenê bi çekên kîmyayî herwiha divê bi çekên konvansiyonel jî neyên kuştin. Ya girîng ew e ku radîkal û mixalif ji hevdu werin cudakirin. Ji bo vê yekê jî dem lazim e. Heke herêm were bombebarankirin, ev yek dê ne tenê bibe sedem ku zirar bigihêje sivîlan û sivîl koçber bibin, herwisa dê bibe sedem ku tundrevî jî zêde bibe."