image

PeyamaKurd - Jan Kubîsê Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand,  daxwaz dikim hewla proseya pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya berfireh dûrî alozî û xwedan serokwezîrekî desthilatdar bê dayîn, daku çaksaziyê di qeyrana siyasî, aborî û civakî de bike."

Jan Kubîs derbarê geşedanên piştî hilbijartina giştî ya 12ê gulanê ya li Iraqê da agahî da Konseya Ewlekariyê ya NYyê û got li ser îdiayên şaîbeyê ray carekê dîsa hatin jimartin û ji ber vê jî avakirina hikûmetê bi derengî ket.

Kubîs bal kişand ku welatiyên Iraqê ji bo çareserkirina şert û mercên wekî bêkarî, birîna ceyanê û gendeliyê meha borî li gelek ciyên welêt çalakiyên protesto li dar xistin, hikûmeta halêhazir ji bo çareserkirina daxwazên meşrû yên gel hewl dide lêbelê gavên hikûmetê têra helkirina hewcedarî û fikarên gel nakin.

Kubîs wiha xivî: "Dibê serokên siyasî guh bidin dengê gel, vê wekî firsend bibînin û pêvajoya pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya berfireh dûrî alozî bi lez bikin."

Kubîs got: "li Iraqê avakirina hikûmetê ew ê reformên siyasî, aborî û civakî lezgîn bike, rêveberiyeke rind ew ê li dijî gendeliyê têkoşînê bide, îstixdamê zêde bike û pêşketina aboriyê pêk bîne."

 

Jan Kubîs paşketina pêkanîna hikûmetê wek astenga herî mezin li pêşiya çareserkirina krîza siyasî û aborî ya Iraqê dibîne. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî herwiha dibêje ku herdu serokwezîr Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî tekez kirine ku di zûtirîn demê de hikûmeta nû were pêkanîn.