image

Balafira Rûsyayê ku tê de 71 kes hebûn, ket û dîmenên wê ketin ser çapemeniya dinyayê. Li gor şahidan piştî ketina balafirê agir bi balafirê ketiye û gelek zahmete ku kesekî ji wan xelas bû be.

Balafira bi ser şîrketa Saratov a Rûsyayê, piştî bi hewa ket, demeke kurt bi şûnde nêzî Moskovayê ket. Piştî balafir bi hewa ket û 10 deqe bi şûn de jî pêwendiyên wê û barûyê bi hev namîne û tê birin.

Serokê Rûsyayê Putin peyameka sersaxiyê bo şîrketa hewayî şand. Di balafirê de 65 rêwî û 6 wezîfedar hebûn.