image

PeyamaKurd- Bo welatên Awrûpayê di navbera salên 2004-2016an de maliyeta terorê li ser Awrûpayê giha 185 mîlyar Euroyî.

Serwîsa Lêkolînê ya Parlementoya Awrûpayê (AP) rapora “têkoşîna bi terorê re” amade kir. Di raporê de tê gotin ku maliyeta terorê bo hasila ne safî ya nava Yekîtiya Awrûpayê 179 mîlyar û 811.9 mîlyon Euro ye.

Bi sedema êrîşên terorî, kesên ku hatine kuştin, birîndar bûne û zerara bingehîn bi tevahî 5 mîlyar û 619,3 mîlyon Euro ye. Teror, di serî de zerarê da bazirganiyê, sermaya bingehîn, gihandin û tûrîzmê. Hem tedbîrên ku bo terorê di Yekîtiya Awrûpayê de hatin sitendin, bû sedema ku mafên hinek grûban binpê bibin.

Di nava Yekîtiya Awrûpa de, zerara herî mezin li Fransayê bû. Di wê demê de zerara maddî ya Fransayê giha 44 mîlyar û 943,5 mîlyon Euroyî. Piştî Fransayê Brîtanya tê ku maliyeta terorê li serê 44 mîlyar û 384.7 Euro, Îspanya bi 42 mîlyar û 721.7 mîlyon Euro, Almanya bi 19 mîlyar û 457.8 mîlyon Euro, Yûnanistan bi 10 mîlyar û 522,3 mîlyon Euroyî û Belçîka bi 8 mîlyar û 161,6 mîlyon euroyî taqîb dike.

Slovenya, Luksemburg, Lîtvanya û Letonya ji terorê xesaretê nedîne.