image

PeyamaKurd-Wezîrê welatê Avûstûryayê yê ji Yekîtiya Awrûpayê berpirse Gernot Bluemel peyamên nû da çapemeniyê.

Gernot Bluemel ragihandina xwe weha kir: “Divê hevdîtinên endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Awrûpayê bên rawestandin.”

Avûstûrya bi hatina serokwezîrê wan Sebastian Kurz tewrên xwe yên li dijî Tirkiyê tundtir kir. Wezîr Gernot Bluemel di dewama peyama xwe de got: “Em bawer nakin ku hewceye Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Awrûpayê.”