image

Artêşa Îsraîlê bi armanca amadekariya ‘îhtîmala şer’ di seranserê welat dest bi tetbîqatê kir. Tetbîqat wê heteyekî dewam bike.

Tetbîqat roja yekşemê (bazarê) siet di 19.00ê êvarê de, bi banga sîrenê dest pêkir. Der û dora Xazzeyê ciyê ku Yahûdî lê bicîh bûne, ne di nava sînorê sînorê tetbîqatê de ye. Beşên artêşê yên ku bi tehliya sîvîlan têkildarin jî tevli tetbîqatê bûne.

Tetbîqat bo êrîşên ku ji aliyê Lubnanê û Xazzeyê de werin hat kirin û artêşa Amerîkayê jî di navê de hevpare. Tetbîqat wê heya nîvê adarê dewam bike.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman di meha borî de ragihandibû eger Hîzbûllaha Lubnanê dest bi şerekî bike, wê Îsraîl hemû hêza xwe bikarbîne û hêzên bejayiyê bikeve nava Lubnanê.