image

PeyamaKurd- Analîstê aboriyê yê “Capitol Economics”ê Jason Tuvey li ser bernameya Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Berat Albayrak nêrînên xwe parve kirin û got ku ev proje, tenê xeyalek e.

Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Berat Albayrak “Bernameya Nû ya Aboriyê” eşkere kir. Bername di demeke kin de bû sebeba nîqaşê. Lewra bernameya bi navê “Li dijî enflasyonê têkoşîna bi seferberî” dîsa hêvî neanîn cih. Albayrak got ku di bin sêhwana “Li dijî enflasyonê têkoşîna bi seferberî” de malpereke înternetê vekirine û ji şirketan jî xwestine ku ji %10 fiyetan daxin.

Heta Dawiya Salê, li Ceyran û Xazê Zam Nayê Kirin…

Albayrak got ku heta dawiya salê li ceyran û xazê zam nayê kirin. Lê belê tevî hemî xebat û hewldanan di ekonomiya Tirkiyê de hêviyeke baş pêk nehat.

Li ser van geşedanan, gelek economîstên biyanî jî nêrînên xwe yên li ser aboriya Tirkiyê parve kirin.

Di Financial Timesê de Laura Pitel îdda kir ku Analîstê aboriyê yê “Capitol Economics”ê Jason Tuvey ji ber bernameya Albayrak hêvîşikestî bûye. li gorî gelek analîstên aboriyê, polîtîkaya Albayrak, ne serkeftî ye û hêvî neanîn cih.