image

Zîrwe ya G7 di 8-9ê hezîrana 2018an de, li eyaleta Quebecê, li bajarê Charlevoixê, bi amadebûna serokên dewletên Kanada, Amerîka, Îtalya, Almanya, Fransa, Brîtanya û Japonyayê hat kirin.

Di civînê de Trump mora xwe li zîrwê da. Di navbera Amerîka û endamên din de, di hinek mijaran de gengeşe hebûn. Mijarên weka bazirganiyê, guherandina îklîmê, mijara Îsraîl û Fîlîstînê de.

Bi taybetî berya ku zîrwe çêbibe, Amerîka hesinê pola yê ku ji Awrûpa, Kanada û Meksîkyê dikirî, % 25 baca gumrukê bo wan danîbû û bo alûmînyûmê jî %10 li gumrukê zêde kiribû. Van kiryarên Amerîka di nava endaman de aciziyê çêkiribû. Serokwezîrê Kanadayê Trydeau ragihand ku wê ji 1 ê tîrmehê û bi şûn de, bacên gumrikê yên nû bo Amerîkayê bên danîn.

Piştî van arîşeyan serokê Amerîkayê Trump hevdîtina bi serokê Kore re, weka sedem nîşan da û dev ji zîrweyê berda. Piştî terkkirinê ji berpirsên Amerîkayê re got ku encama zîrweyê îmze nekin.

Trump li gor siyaseta navdewletî kesayetiyekî ne ji yên adetiye û di ser hesabê xwe yê Tweeterê de, weka tişteka normal civînê rexne kir. Serokwezîrê Kanadayê bi “du rûtiyê û qels”iyê da nasîn. Piştî van bûyeran Trump pêşniyar kir ku bacên gumrikê bila bi temamî ji nava dewletan rabin û ragihand ku sîstema îro di eleyhiya Amerîkayê de ye.

Rabirdûya G7 an

G7 di sala 1975an de, bi daweta serokkomarê Fransayê, bi daweta Valery Giscard d'Estaing Fransa, Almanya Rojava, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Amerîka bi wezîrên xwe yên aboriyê û rêvebirên bankayên navendî ve, nêzî Parîsê civiyan. Her 6 dewlet di bazara aboriya dinyayê de herî xurt bûn lê bo dahatûya sermaya wan, bo çare bê dîtin bi navê G6 derketin ortê.

Di sala 1976an de Kanada jî tevli yekîtiyê bû navê wan bû G7. Di serî de tenê bi mijarên aboriyê meşxûl dibûn lê paşî mijarên derve û yên siyaseta ewlekariyê jî kirin nava mijarên xwe. Di sala 1997an de, bi tevlibûna Rûsya G7+1 ava bû. Piştî Rûsya Kırımê tevlî nava axa xwe kir, di sala 2014an de ji grûbê derket.

Endamên G7ê paşî di sala 1999an de G20 ava kirin. Di dinyayê de dewletên ku aboriya wan herî xurte û Tirkiye jî di nava wan de 19 dewlet û Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê jî xistin nava xwe û hatin cem hev.

Di roja me de, hasilatên endamên dewletên G7an yên ne safî wehane:

Amerîka 18,5 trîlyon dolar, Japonya 4,5 trîlyon dolar, Almanya 3,5 trîlyon dolar, Brîtanya 2,8 trîlyon dolar, Fransa 2,5 trîlyon dolar, Îtalya 1,9 trîlyon dolar û Kanada 1,5 trîlyon dolar e. Ev dike 35 trîlyon dolar ku temamê hasilata wan ya ne safî, dike nîvê hasilata temamê dewletên dinyayê.

Li hemberê G7ê E7

Li aliyê dinê, di demên dawiyê de, li hemberê G7an navê E7an dertê pêş. Dewletên E7an; Çîn 11,5 trîlyon dolar, Hindistan 3 trîlyon dolar, Rûsya 1,2 trîlyon dolar, Brezîlya 1,5 trîlyon dolar, Endonezya 1 trîlyon dolar, Meksîka 1 trîlyon dolar û Tirkiye 900 mîlyar dolar hasila wan ya ne safî heye. Hasila wan li dora 20 trîlyon dolariye û hêzeka mezin e.

Li vê derê tişta herî girîng ew e ku E7 bo sala 2030an rêxistineka gelek xurte ku dertê pêşberê G7 ê. Li gor raporên rêxistinên fînansê yên rojavayî; di sala 2050 yan de, wê hasila ne safî ya tevayê welatên E7an, li rêza herî pêş be. Li gor raporê; wê Çîn bi aboriya xwe bikeve rêza yekem. Hindistan bikeve rêza duyem û Amerîka wê bibe dewleta sêyem. Li pey van welatan wê Endonezya, Brezîlya, Rûsya û Meksîka werin. Tirkiye bikeve rêza yazdemîn û li pey wê dê Japonya, Almanya û Brîtanya were.

Halê dinyayê yê niha gelek zahmete ku bi vî awayî dewam bike. Mezinahiya welatekî ne tenê bi aboriya wê ye. Krîterên ku weka hêzên netewî tên navandin; weka aborî, siyasî, leşkerî, çandî, psîkososyal, zanist û teknolojî, faktorên hêza erdnîgariyê, ev hemû di nav de ne. Dema em ji aliyê van krîteran de li mijarê dinêrin, welatên E7an li gor welatên G7an xwedî sehayekîne ku bêhtir bi bandorin. E7, ne tenê bi aboriya xwe lê bi layê xwe yê leşkerî, çandî, siyasî û aborî de weka hêzekî dertê pêş.

Di roja me de, dewletên weka Kanada û Îtalya ji aliyê aborî de mezinin lê ji aliyên din de girîngiya wan tine ye. Van dewletan di siyaseta dinyayê de, ji layê leşkerî, psîkososyal û erdnîgarî ve xwedî bandoreka têr nînin.

Dewletên E7an bi hesêb erdnîgariya xwe, aboriya wan, bandora wan ya siyasî, pêwendiyên kulturî û kûrahiya wan û bi taybetî hêza wan ya psîkososyal di asteka wisa de ne ku dikarin bandorê li dinyayê bikin.

Di vî halê dinyayê de, îhtîmal heye ku welatên E7an bi avakirina yekîtiyekî an bi xebata hevpar, ji aliyê siyaset û aboriya dinyayê de, bo şeklê xwe bistîne û bo avakirina aştiyê di dinyayê de dikarin zêdetir û rasterast bandorê bikin. G7, ji temsîlkarên emperyalîzmê pêk tê ku ev 300 sale li dinyayê dimije. E7, ne weka wan e ji ber ku ji erdnîgariyên ji hev cuda tên. Çanda wan cuda, têgihîştina wan cuda ku dikarin têgihîştineka cuda biafirînin û alternatîvek e.

Divê rêxistineka berfireh û nû bê avakirin

Dema mirov li ser dahatûya dinyayê bo sanaryoyên ku îhtîmala wan hene xebatê dike, mirov dikare li ser rêxistinên ku bi îhtîmaleka mezin dikarin mudaxeleyê çarenûsa dinyayê bikin jî, raweste. Mijar ne tenê mezinbûna aboriye. Ger mirov ji vê noqtê tevibere, ew dewletên ku dê serpereştiya aboriya dinyayê, siyasetê, çandê, hêza leşkerî û hêza teknolojîk bikin, bi taybetî ew dewletên ku navên wan derbas dibin, bi temamî an hinek ji wan wê bi hevre karibin derên meydanê.

Dewletên ku dê bixwazin sîstema siyaseta dinyayê îdare bikin, wê qismen dewletên bê bandor li derveyê xwe bihêlin û bi têgihiştineka hevkariya di derveyê G7an de, dewletên weka Amerîka, Almanya, Brîtanya, Rûsya û Çîn dikarin şekil bidin siyaset û aboriya dinyayê ku dê ev kiryar weka sanaryoya kabûsekî, bo dewletên din yên dinyayê derê holê.

Li aliyê dinê, di wexteka nêz de, ger E7 bi erkeka bi bandor derên holê jî, bi sedema ku pratîka wan ya hevpar tineye, îhtîmal xuya nake. Lê bo dinyayê, ji biryarên 5 dewletên Neteweyên Hevgirtî û biryarên G7an biparêzin, hevkariya E7an wê baş be. Di vê çarçoveyê de, bo avakirina rewtê E7an çêbibe, welatên weka Tirkiyê ku bandora wan ya erdnîgarî, kulturî û psîkososyal heye, dikarin roleka bingehîn bigrin ser xwe.

Bo dahatûya dinyayê, bo dinya di derveyê çar pênc kiryarên dewletan de, ji nû de şiklê xwe bistîne, aşkeraye ku pêdivî bi rêxistineka berfireh û bi dayîn û sitendinê heye. Rêxistineka weha, wê karibe di dinyayê de, ji erdnîgariyên cuda, ji kulturên ji hev cuda, temsil bike û dinyayê bike ciyê jiyaneka bi ewlehî û mayînde.

Tirkiye dikare dikare xebatê bike da rêxistineka weha pêşniyar bike ku di warê ewlehiyê, siyaset, leşkerî û aborî de, rêxistina E7 an rêxistineka weka wê ava bibe.

(Dr. Fatih Erbaş pisporê stratejiyên navdewletiye. Di salên 1986-2014an de, di Serokerkaniya Tirkiyê de, di Fermandariya Giştî ya Hêzên Deryayî de û di Fermandariya Qanadê NATO yê ya Başûr de xebitiye. Di Enstîtuya Fermandariya Akademiyên Herbê û Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk de mamostetî kiriye.)