image

PeyamaKurd- Amerîka berî operasyona Idlibê, li ser rêyên leşkerî difikire. Berî niha bi pênc mehan Serokê Amerîkayê Donald Trump digot ku em dixwazin leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin. Lê piştî ku operasyona Idlibê nêzîk bû, Amerîkayê jî plana xwe ya li Sûriyê guhert.

Di derbarê mijarê de rojnameya Amerîkayê Washington Postê nûçeyeke taybet weşand. Serokê Amerîkayê Donald Trump Washingtonê qebûl kir ku ji bo daxwazên Washingtonê, dewamî li Sûriyê bimîne û zextên xwe yên leşkerî û siyasî li herêmê zêdetir bike.

  Washington Postê iddayên xwe îsnadî Wezareta Karên Derve kirin û got ku hindik ma ku şerê li dijî IŞÎDê bi dawî bibe. Niha jî hedefa Amerîkayê ew e ku hêzên Îranî ji Sûriyê vekişin.