image

PeyamaKurd- Hêzên Amerîkayê ji bo ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikaribe xwe biparêze, mekîneyên xebatê rêkirine wê derê.

Amerîka alîkariya lojîstîk û leşkerî ji ser Hêzên Sûriya Demokratîk kêm nake. Îro jî konvoyeke alîkariyê di ser Başûrê Kurdistanê re, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Di konvoyê de bêhtir mekîneyên xebatê hebûn. Ji bo ku êdî ew bikaribin xwe li nava Minbicê biparêzin, wê bi wan mekîneyan, xendekan bikolin.

Leşkerên Amerîkayê jî ewlehiya konvoyê pêk anîn.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî IŞÎD û Artêşa Tirkiyê li hawîrdorê bajêr kort kolane. Êdî dixwazin ku van kort û cokan bigihînin hev. Heta niha 29 km. xendek hatine kolandin.