image

Peyamakurd - Nivîskarê rojnameyeke Tirkiyê di quncikê xwe de îdia kir ku Amerîkayê lîsteyeke 15 navên ji girtîgehan werin berdan daye Tirkiyê û navê Selahattîn Demirtaş jî di nav wê lîsteyê de heye.

Nivîskarê tirk Ahmet Takan di nivîsa xwe ya rojnameya Yeniçagê de dibêje, Amerîkayê lîsteya 15 kesên ji girtîgehan werin berdan daye Tirkiyeyê û dipirse, ‘Gelo dê Selo di dewriyeya çendan de bê serbest berdan?’

Takan piştî serbestberdana Keşe Andrew Brûnson ê amerîkî balê dikişîne ser bazara navbera herdu welatan û di berdewamê de dibêje, “Me gelek caran got ku Halkbank jî di nav bazarê de ye. Înkar kirin. Dawiyê rayedarên pilebilind jî mikur hatin ku banke jî di nav madeyên bazarê de ye. Niha jî îdiayeke din ji kulîsên kûr ên paytextê derket; Amerîkayê ji bo werîn berdan lîsteyeke 15 kesan daye Tirkiyê. Di nav de Selahattîn Demirtaş jî heye.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve piştî ku li Amedê hatibû binçavkirin, hatiye girtin û li girtîgeha Silivrî ya Stenbolê dimîne.