image

Peyamakurd - Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê li ser mûafîyeta dorpêçên ser Îranê ji bo Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneya amerîkî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku Amerîkayê ji bo bikaranîna gaza sirûştî ya Îranê heta 45 rojan mohlet daye Iraqê û Iraq bi awayekî demkî ji dorpêçan mûaf girtiye.

Rayedarên balyozxaneyê herwiha di vîdyoyekê de dibêjin ku mebesta dorpêçên ser Îranê ne xelkê wî welatî ye, mebest armanckirina helwestên rejîma Îranê ye.

Iraq ji bo xebitandina santralên elektrîkê gaza sirûştî ji Îranê dikire.

Ambargoya Amerîkayê ya ser Îranê 5ê Mijdarê destpê kiribû û 9 welat jê mûaf hatibûn hiştin.