image

PeyamaKurd- Rojnameya Îngîlîzî Financial Time îdda kir ku Amerîkayê ji bo ku Keşe Andrew Bunson were berdan hera roja çarşemê muhlet daye Tirkiyê.

Şandeyeke Tirkiyê ji bo ku pirsgirêkê çareser bike, çûbû Washingtonê û li wê derê hinek hevdîtin pêk anîn. Lê li gorî îddayan ji hevdîtinan tu levhatin derneketin.

Ji Konseya Atlantîkê Pisporê Tirkiyê Aaron Stein jî got ku di hevdîtinên li Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê de, Amerîka ultîmaton daye Tirkiyê û gotiye ku heta çarşemê dive Keşe Andrew Bunson were berdan. “Ji vir pêde bazar tune, divê bêşert were berdan!”