image

PeyamaKurd- Di kongreya Amerîkayê de teklîfek hate kirin ku tevî Tikiyê dorpêçê deynin ser çend dewletan.

Senatorê Komarparêz yê bi navê Roger Wicker teklîfek da Kongreya Amerîkayê û xwest ku Dewleta Amerîkayê û Serokê wê Donald Trump dorpêçê deyne ser Tirkiyê. Sebebên vê teklîfê jî wiha rêz kirin: Tunebûna azadiya olî, mafên mirovan û rêznegirtina ji bo azadiyên şexsî.

Senatorê Komarparêz û Serokê Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewrûpayê (THEE) yê bi navê roger Wicker di teklîfa xwe de xwest ku heman dorpêç were ser Azerbaycan, Kazakîstan, Tacikîstan, Turkmenîstan û Ukraynayê jî. Hat xwestin ku ev dewlet bi taybetî werin taqîbkirin. Lewra berpirsiyariyên xwe yên Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewrûpayê (THEE) naînine cih.