image

PeyamaKurd- Rojnameya Erebî ya bi navê El Arabi El Cedidê bal kişande ser xebatên Îran û Amerîkayê yên ji bo hikûmeta Iraqê ya nû.

Fermandarê Îranî Qasim Suleymanî û Nûnerê Amerîkayê yê Tekoşîna bi IŞÎDê re Brett McGurk dest bi xebatan kirin ku di hikûmeta Iraqê ya nû de bandora xwe zêdetir bikin.

Brett McGurk piştî ku bi gelek rayedarên Iraqî re têkilî danîn, hate Hewlêrê û bi erkdarên Kurdistanê re jî hinek civîn pêk anîn. Ji xeynî vê jî Brett McGurk wê bi pêşdarên şiî yên li Bexdayê re hinek têkiliyan deyne.

Qasim Suleymanî jî wê bi erkdarên YNKê re temasê bike û wê ji wan bixwaze ku bi tevgera şiiyan re hevkariyê bikin.