image

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon texmînên xwe yên bi endîşe, di derbarê hêzên leşkerî yên Rûsya de ku li Awrûpayê hene, aşkera kir.  

Kovara Amerîkayê ya înternetê Defence One, cî da beyanên Fermandarê NATO yê, yê Hêzên Hevpar Orgeneral Curtis Scaparrotti. Scaparrotti di beyanên xwe de balê dikşîne ser xwenûkirina (modernizasyon) bilez ya artêşa Rûsyayê û dibêje yekîneyên Amerîkayê yên li Awrûpayê, ber bi sala 2025an, dikare serdestiya xwe li hemberê Rûsyayê wenda bike. Scaparrotti weha dewam dike:

“Dema em li leza nûkirina leşkerên Rûsyayê dinêrin, em nikarin leza xwe ya nûkirinê kêm bikin. Eger em leza xwe kêm bikin, em ê desthilatdariya xwe wenda bikin û wê Rûsya di her qadê de, me dawetî meydanê bike.”

Kovar, behsa navenda analîza Rand Corporation ê dike û li ser rapora wê ya sala borî radiweste. Dibêje ku Rûsya di nav 10 salên dawiyê de, ferqa teknolojik ya navbera xwe û NATO ye kêm kiriye, di heman demê de grûba xwe ya Awrûpayê mezin kiriye û ceribandinên xwe yên leşkerî li Sûriyê zêdetir kiriye.