image

PeyamaKurd- Amerîka wê li Rojavayê Kurdistanê perwerdehiya tibbî, alîkariya pêşî bide hêzên Kurdî. Ji bo vê yekê jî rasterast bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re peymanek çêkir.

Amerîkayê heta niha li Rojavayê Kurdistanê, alîkariya çekdarî perwerdehiya leşkerî dida Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD). Vê carê jî peyaman di navbera YPG û Amerîkayê de hate îmzekirin ku Amerîka alîkariya tibbî, tendurustî û pêwendiyê jî bide hêzên YPGê.

Li gorî vê peymanê, Saziyên Tendurustiyê yên Amerîkî, wê li Qamîşlo û Kobaniyê, navendên perwerdehiyê ava bikin. Şirketa bi navê “Castle International LLCof Arizona USA” wê sê salan perwerdehiyê bide.

Di navbera erkdarên Amerîkî û yên YPGê de peyman hate îmzekirin. Di vê peymanê de xalên ku balê dikişînin hene. Yek jê ev e ku şert nexwestine ku erkdarên YPGê, ji Sûriyê bin û ya dî jî Amerîkayê, ne bi HSDê re, rasterast bi YPGê re peyman çêkir.