image

PeyamaKurd- Di derbarê daxuyaniyên Macron de, ji Amerîkayê bersivek hat. Trump bi zimanekî zelal gotiye ku ew ê di dema herî nêzîk de leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin.

Berî niha Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îdda kiribû ku wan Amerîka ji bo ku li Sûriyê bimîne, qaîl kirine. Li ser vê gotinê daxuyaniyek ji Amerîkayê hat.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders di derbarê mijarê de got ku fikra Amerîkayê ya ji bo Sûriyê neguheriye. Serok Trump ji bo ku hêzên me ji Sûriyê vekişin, bi rengekî eşkere axivî. Sebeba ku em li Sûriyê ne, tenê têkoşîna li dijî IŞÎDê ye. Me biryar daye ku di demeke kin de IŞÎDê xilas bikin û rêya malê ji leşkerên xwe re vekin. Ji xeynî vê jî em hêvî dikin ku hevalbendên me yên li herêmê, hem ji aliyê leşkerî hem jî aborî ve berpirsiyariya xwe zêdetir bikin.