image

PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê yê taybet yê li Sûriyê James Jeffrey got ku heke Sûriye êrîşeke kîmyewî bike, em hêvî dikin ku Elmanya jî li cem me bisekine. Di derbarê vê mijarê de li Elmanyayê nîqaş dewam dikin.

Nûnerê Amerîkayê yê taybet yê li Sûriyê James Jeffrey Elmanya ziyaret kir û li wê derê axivî. Jeffrey got ku desteka siyasî; ne bi nîşaqkirinê ye, bi hevgirtinê ye.  

Amerîka ji bo êrîşeke kîmyewî ya li dijî sivîlên Idlibê, dixwaze ku ji dewletên NATOyê destekê bistîne.

Rojnameyên Elmanî îdda kirin ku Wezareta Parastinê ya Federal gotiye ku heke Sûriye êrîşeke kîmyewî li ser sivîlan bike, Elmanya jî wê li cem Amerîkayê bisekine.