image

PeyamaKurd- Amerîka hêza xwe ya li deverên di bin kontrola PKK/YPGê de her diçe bi danîna noqteyên operasyonel û danîna baregehên leşkerî hebûna xwe xurt dike.

Amerîka di cotmeha sala 2015an de dest bi danîna noqte û baregehan kir û li Hasekê 2 baregehên hewayî, li Reqqayê û Munbicê bi temamî 8 noqteyên operasyonel danîbû.

Ji temmûza 2017an û heya niha 5 baregehên hewayî û noqteyên operasyonel yên din jî danî. 2 ji wan li Munbicê danî û nêzî Til Ebyedê 2 noqteyên leşkerî danî. Nêzî Dêrezorê li nêzî seha petrolê avakirina baregehekî temam kir.