image

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, ku ew dê ji ber kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi hesab bipirsin lê têkiliyên wan ên li gel Erebistana Siûdiyê dê dewam bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji kanala Fox Newsê axivî û diyar kir, ku vîzeya 16 kesên minasebeta wan bi kuştina Kaşikçi re heyî hatiye betal kirin.  

Pompeo li ser pêwendiyên bi Erebistana Siûdiyê re destnîşan kir, ku 'li dij siyaseta emperyal ya Îranê girîng e' û derbarê cînayeta rojnamevan de jî got: ku wezaret xebatên xwe didomîne.

Mike Pompeo ragihand: “Em ê kûjeran berpirsiyar bigrin. Di heman demê de em ê têkiliyên di navbera Amerîka û Erebistana Siûdiyê de jî biparêzin.