image

PeyamaKurd- Koalîsyona di bin pêşîvaniya Amerîkayê de piştgiriya xwe ya ji bo HSDê careke dî anî zimên.

Berdevkê koalîsyona li dijî IŞÎDê Ryan Dillon li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got ku me bi fermandarekî HSDê yê ji Konseya Sivîl a Herêma Dera Zorê re hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de em ji bo herêmê li ser ewlehî û îstîkrara daîmî axivîn.

Dillon wiha berdewam kir: “Bi xêra xebat û fedakariyên HSDê 3 mîlyon sivîl ji bin zordestiya IŞÎDê hatin xilaskirin û di pey vê re jî hikûmetên sivîl li herêmê têne avakirin.