image

Wezareta karê derve yê Amerîkayê îzna firotina Patriotan da. Patriot xwediyê 3 konfigurasyona ye û bi sîstema parastina hewayî ya hevgirtî ve hatiye nûjenkirin û bi navenda cengî ya hewayî ve hatiye girêdan. Temamê vê sîstemê bi 10 mîlyar û 500 hezar dolarî hat firotin û îzna firotinê ji wezaretê derket.

Ajansa Amerîka ya parastin û hevkariyê ragihand ku ji bo tescîlên pêdivî agahî hat dayîn bo kongreyê. Di qeydiyan de weka paketa sîstema parastinê, 4 AN/MQP-65  set a radarê, 4 heb sîstema kontrola mifteyan, 16 M903 îstasyona avêtinê û 208 şiyanên pêş yên Patriot-3 (PAC-3) derbas dibin.

Bi bicîhkirina vê sîstema parastina hewayî, wê Polonya bibe xwedî kapasîteyeka berfireh. Sîstema Patriotê ya hewayî li Amerîka, Hollanda, Almanya, İspanya û Yûnanistanê heye. Ji bilî NATOyê li Japonya, Îsraîl, Suudi Arabistan, Kuweyt, Emarat, Qatar, Taywan û Kore ya başûr hene.