image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donad Trump li şûna balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman ku dema wezîfeya wî qediya, balyozê Amerîkayê li Yemenê Mattew Toler tayin kir.

Ji Koşka Spî bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, li şûna Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman Balyozê Amerîka li yemenê Mattew Toler tayin kir.

Douglas Silliman ji sala 2016an ve wek Balyozê Amerîka li Bexdayê wezîfedar bû. Di dema wezîfeya xwe bi Nûnerê Taybet yê Trump li têkoşîna dij DAIŞê Brett McGurk re xebitî.

Douglas Silliman li gel McGurk ji ber belavbûna tehakûma Îranê li navçeyê dihatin rexnekirin.