image

Serokê Amerîkayê 120 roj wext da Îranê. Trump ragihand ku ev cara dawiyê ye wext dide Îranê.

Peymana nukleerî ya berê di navbera P5+1 ku wan welatan Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya ne, di sala 2015an de peyman bi Îranê re îmze kiribûn.

Trump ji peymanê razî nîne û dixwaze li ser peymaneka nû car din li hev rûnên û ya kevin betal bikin. Li aliyekî wext bo Îranê dirêj kirin û di aliyê dinê de xalên dorpêça nû bo Îranê danîn.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ragihand ku li Îranê, mafê mirovî tên binpêkirin, sansur heye û xwe çekdar dike. Bi van sedeman, Amerîka ragihand ku dê bo 14 kes û rêxistinan dorpêçên nû bên danîn.