image

Rojnameya Al- Akahbar îddia kir ku balafira şerî ya Rûsyayê ku li Idlîbê hatibû xistin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye xistin. 

Rojnameya Al- Akahbar îro di makaleyeke xwe de destnîşan kir ku Rûsya, Îran û Sûriye di wê baweriyê de ne ku Tirkiye ji ber ku Rûsyayê firîna balafiran li Efrînê qedexe kiriye balafira Rûsyayê xistiye. Herwiha di berdewamiya makaleyê de tê ragihandin ku Esad, Rûsyayê ji bo qedexekirina firîna balafiran jî îkna kiriye. Esad di wê baweriyê de ye ku îro ew kesên Efrînê bomberan dikin sibê wê devereke dinê jî bombebaran bikin.