image

PeyamaKurd - Namzeda ÎYÎ Partiyê ji bo Serokkomariya Tirkiyê Meral Akşenerê jî behsa zimanê Kurdî kir û got: "Divê ji zimanê dayikê re rêz were nîşandan."

Meral Akşenera ku wek namzeda neteweperestên Tirk tê zanîn û digel hevalên xwe ji MHPê veqetiya ÎYÎ Partî damezirand, civîna çapemeniyê li dar xist û behsa mijarên rojevê kir.

Akşenerê li ser mijara zimanê Kurdî wiha got:

"Zimanê dayikê ji bo însanan muhîm e. Divê rêz were nîşandan. Divê însan zimanê dayikê hîn bibin."

Ji bo Demîrtaş jî got: "Divê Demîrtaş jî bi me re di heman şert û mercan de xebata xwe bimeşîne. Loma divê were berdan.