image

PeyamaKurd- Wekîlê AKPê yê Kirikkalê yê bi navê Ramazan Can li xwe mukur hat û got ku heta dîroka 17-25 Kanûna ewil di siyaset û ticaretê de bilindbûn bi FETOyê çêdibû.

Li gorî îddayên çapemeniya Tirkiyê, wekîlê AKPê yê Kirikkalê yê bi navê Ramazan Can di derbarê AKP û FETOyê de daxuyaniyên girîng dan. Can got ku “Gelî hevalan, ez çûme Amerîkayê, me ziyaret kir. Heta dîroka 17-25 Kanûna ewil di siyaset û ticaretê de bilindbûn bi FETOyê çêdibû. Divê em hesabê wê bidin. Ev, ne rast e ku em xelkê sûcdar bikin. Ji bo Xudê bifikirin. Te dî dibêjin “bila yekî bêsûc kevirê pêşî bavêje.” Divê berî her kesî em siyasetmedar hesêb bidin.

Ramazan Can ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê jî, li Kirikkalê di rêza yekemîn de bûye namzet.