image

PeyamaKurd- Akademîsyenê Rûs Vitaly Naumkin, li ser êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li dijî Rejîma Sûriyê nirxand û got ku vê êrîşê neqeba Tirkiye, Rûsya û Îranê xira kir.

Akademîsyenê Rûs Vitaly Naumkin ji Ajansa Nûçeya TASê ya Rûsyayê re axivî û got ku koalîsyona Dewletên Rojavayî bi vê êrîşa li ser Rejîma Sûriyê, hinekî be jî gihane armancên xwe. Navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê xira kirin û qulek di keştiya wan de vekirin. Lewra Tirkiyê ev êrîş qebûl kir û piştgirî dayê.

Naumkin wiha berdewam kir: Em dikarin bêjin ku li Sûriyê em hê jî gelekî dûrî çareseriyê ne. Lêbelê divê çareserî, ne bi darê tifingê be. Lewra ku aliyek bi tena serê xwe rêya çekdarî bimeşîne, pirsgirêk wê zêdetir û tevlîhevtir bibin.