image

PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag li ser banga Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ya li ser hilbijartinê daxuyaniyek da.  

Di daxuyaniyê de Bozdag wiha got: Divê em bi rêvebir û erkdarên partiya xwe re biaxivin û binirxînin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got ku li ser vê bangê, siba ez û Bahçeli em ê hevdû bibînin.

CHPê jî di derbarê heman bangê de axivî: Berdevkê partiyê Bulent Tezcan got ku “Hûn bêminet in. Kerem kin, em ji bo hilbijartinê amade ne.

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî gotibû ku werin em di 26ê Tebaxa 2018an de hilbijartinê bikin.