image

PeyamaKurd- Serokkomarê berê Mehmûd Ahmedînejad ‘bo perotestokirina hukumeta Îranê, Amerîka û Brîtanyayê’ bi şertê ku xelk jî tevlî wê bibe, ji rêvebiriya Îranê îzin xwest. Li gor ragihandina medya Îranê Ahmedînejad, ji wezîrê karên derve Abdurriza Rehmanî Fazil re nameyekî şand û xwest ku di 21 ê cotmehê de li Tehranê xwepêşandan bike.

Ahmedînejad dixwaze di xwepêşandanê de, li ser pirsgirêkên aborî û qelsiya rêvebiriya dewleta Îranê, li ser dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê û mudaxeleyên Brîtanya yên pişt perdê biaxife.

Lê hêj agahiyek ji wezareta karen hundir yê Îranê derneketiye.