image

Wezîrê karê derve yê Kazakistanê Kayrat Abdurahmanov ragihand ku civîna diviya di orta sibatê de bihata kirin, bo wexteke ne diyar hat paşdexistin.

Abdurahmanov di civîna bi rojnamevanan re got : “Me ji hevalên xwe yên Rûs hîn kir ku wezîrên karê derve yên garantorên pêvajoyê; welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê dixwazin bicivînin û ciyê wan dibe ku Astana be.”

Wezîr Abdurahmanov ragihand ku dibe civîna wezîrên karê derve di meha adarê de be û civîna din, di pey wê de be.